Hesekê..bîrên stasyona Himayê derbasî xizmetê bûn

Rêveberiya avê ya bajarê Hesekê dest bi xebitandina stasyona Himê ku ji 50 bîrî pêk tê, kir.

Rêveberiya avê vê êvarê av ber bi depoyên taxa Ezîziyê ve berda ku ji wir av derbasî taxên Ezîziyê, Salihiyê, Telayî, Xişman û Miftî dibe.

Rêveberiya avê diyar kir ku ew 50 bîr dikarin 30 hezar mître dam avê bide bajarê Hesekê.

Projeya Himê wê nikaribe pêwîstiya tevahî şêniyan ji avê bi cih bîne, lê belê weke gava destpêkê dê ji sedî 50 avê ji şêniyên bajarê hesekê re peyda bike.

Dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê û wek cara 8’ê, bêtirî 20 rojan e, ava stasyona Elok ya bajarê Serê Kaniyê li ser bajarê Hesekê û navçeyên wê qut kiriye.

Ji ber vê yekê rêveberiya avê ya bajarê Hesekê 50 bîr kolan.

Back to top button