Li Kampa Erîşa şewat derket û gelek kon şewitîn

Li kampa Erîşa ya bajarê Hesekê şewatek derket, di encamê de gelek kon şewitîn.

Şewat duh êvarê derket û tîmên agirkujê bi hevkariya niştecihên kampê, agir vemirand.

Li gorî agahiyan tenê ziyanên madî çêbûne..

9’ê Tebaxê jî, ji ber teqîna pabora gazê, 30 kon şewitîbûn û hinek kes birîndar bûn.

Li kampa Erîşa, zêdeyî 14 hezar koçber dimînin, piraniya wan ji gundewarên Dêra Zor û Reqayê ne.

Her wiha 7 hezar koçberên kampa Mebrûka ya Serê Kaniyê û kampa Eyn Îsayê jî lê dimînin.

Back to top button