
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, vekişîna ji rojhilatê Deryaya Spî red kir û gef li Yûnanistanê xwar ku ew ê berdêleke mezin bide.
Erdogan diyar kir ku ne ji mafê Yûnanistanê ye hêza xwe ya leşkerî bi kar bîne û teqez kir ku ev gav li dijî qanûna derya û cîrantiyê ye.
Erdogan destnîşan kir ku çi arîşeyek derkeve, sedema wê Yûnanistan û ne welatê wî ye.
Beriya niha wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilûsî Akar, pêkanîna rahênanên leşkerî yên asmanî û deryayî ji aliyê Yûnanistanê ve, li rojhilata Deryaya Spî, şermezar kiribû.
Li aliyekî din, dezgehên ragihandinê yên Yûnanistanê ragihand ku Atîna rê nade Enqereyê ku xêzên sor li girava Kirîtê derbas bike.
Di dema dawî de, nakokî di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, li ser jêderên petrol û gazê yên li rojhilatê Deryaya Spî zêde bûne, ku dewleta Tirk dixwaze li nêzî giravên Yûnanistanê lêgerînê bike.