Libya piştî gel daxwaza xistina wê kir, Wîfaq dest bi binçavkirinan dike

Li dijî hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, careke din xwepêşandan li dar ketin û hikumetê jî dest bi binçavkirinan kir. Ji bo rewşa meydanî jî Artêşa niştimanî ya Lîbyayê, amadebûna xwe ji bo şerê li Sirt û Cefrayê ragihand, her wiha ji bo qebûlkirina agirbesta ku ji aliyê Wîfaqê ve hatiye ragihandin jî, artêşê mercên xwe diyar kirin.

Piştî hêrsa gel veguherî xistina desthilatdariyê, hikumeta Wîfaqê dest bi binçavkirinê kir.

Li gorî hinek şahidan, hikumeta Wîfaqê dest bi pêngaveke serdegirtin û binçavkirina bi dehan çalakgerên Terablusê kiriye.

Her wekî şahidan diyar kir jî ku “Ketîbet el-Newasî” ya Wîfaqê li kolanên bajêr li pey xwepêşanderan dikeve û guleyan berdide wan.

Ev xwepêşandanên ku ev çend roj tên lidarxistin, duh êvarî li Terablusa paytext, gel careke din li dijî hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî daket qadan.

Her wiha xwepêşandan li bajarê Misrata û Zawiyê jî li dar ketin.

Xwepêşanderan bang li hikûmeta Wîfaqê kir ku kesên berî 2 rojan binçav kirine, serbest berdin û daxwaza mûçeyên xwe jê kirin.

Çeteyên hikûmeta Wîfaqê jî dîsa gule û bombeyên gazê avêtin xwepêşanderan.

Artêşa Niştimanî mercên xwe ji bo qebûlkirina agirbestê diyar kirin

Li aliyekî din, Artêşa niştimanî ya Lîbî ragihiand ku ew ji bo rûbirûbûna çeteyên dewleta Tirk, ên ku berê xwe dane Sirt û Cefrayê, amade ne.

Her wiha li gorî hin çavkaniyan, artêşa niştimanî, mercên xwe ji bo qebûlkirina agirbestê, radestî Amerîka û Ewropayê kiriye.

Mercên Artêşa Niştimanî jî ev in:

Di bin çavdêriyeke navdewletî de, çete ji sînorên Sirtê û Cefrayê werin kişandin.

Hemû baregehên dewleta Tirk li Lîbyayê werin jihevxistin û bidawîkirin.

Divê dewleta Tirk hemû hêzên xwe ji Lîbyayê bikişîne û hemû peymanên Serac bi Tirkiyê re werin betalkirin.

Destnîşankirina demekê ji bo vekişîna şêwermendên leşkerî yên Tirkiyê, her wiha vekişîna çeteyan û radestkirina çekên wan.

û Parastina hemû deverên petrolê, bêyî beşdariya hikumeta Wîfaqê.

Beriya niha, berdevkê artêşa niştimanî Ehmed El-Mismarî diyar kiribû ku, agirbesta ji aliyê Wîfaqê ve hatiye ragihandin xapandinek e û Wîfaq dixwaze raya giştî biguherîne, da ku planên xwe yên veşartî pêk bîne.

Îna borî, Serokê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî Fayiz Serac, agirbestek li seranserî Lîbyayê ragihandibû û bang kiribû ku Sirt û Cefra, bibin herêmên bêçek, her wiha banga lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên Serokkomarî û Parlemanê kiribû.

Back to top button