Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bîlançoya pêketiyên dawî yên Corona eşkere kir û ragihand ku 32 kesên din bi Coronayê ketin û kesekî din jiyana xwe j dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku ev 32 kes, 14 mêr û 18 jin in. Ji wanî jî;
12 li Qamişlo,
8 li Hesekê,
5 li Dêrikê,
3 li Şehbayê,
2 li Amûdê,
1 li Rimêlan,
û 1 li Girkê Legê ne.
Dr.Ciwan ragihand ku kesê jiyana xwe jidestdayî jî kesekî temenmezin û ji Hesekê ye.
Li rex van pêketiyan, Dr. Ciwan anî ziman ku 8 kes jî baş bûne.
Bi van daneyên nû re, jimar giştî dibe 394 nexweş, ji wan 26 kesan jiyana xwe ji dest daye û 74 kes jî baş bûne.