Li herêmên hikûmeta Şamê 76 rewşên nû hatin tomarkirin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 76 rewşên nû yên Coronayê û mirina 3 kesan hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 76 rewşên nû hatin tomarkirin, her wiha 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê her wiha eşkere kir jî ku 14 kesên din baş bûne..

Li gorî Wezareta Tenduristiyê, bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan li seranserî herêmên Hikûmetê gihaşt 2 hezar û 293, ji wan 519 baş bûne û 92 jî mirine.

Back to top button