Serokwezîrê erkdarkirî yê Tûnisê Hîşam El-Misêşî, kabîneya hikumeta xwe radestî serokkomarê Tûnisê Qeys Si’eyid kir.
Beriya wê, Mişêşî di civîneke çapemeniyê de, avakirina hikumeteke tiknoqirat a serbixwe, ji bo bidawîkirina aloziya li welêt, ragihand.
Parlamena Tûnisê wê ji bo dengdana li ser vê hikumetê, civîneke teybet li dar bixe.
Hikumeta Mişêşî ji 28 wezîr û nivîskarên dewletê pêk tê.
Piştî istîfaya Ilyas El-Fexfax, Mişêşî ji aliyê serokkomarê Tûnisê Qeys Si’eyid ve, ji bo avakirina hikumetê hat erkdarkirin.