FERMANDARÊ QSD’Ê: DI NAVA MEHEKÊ DE WÊ HEBÛNA ÇEKDARÎ YA DAIŞ’Ê LI SÛRIYÊ BIQEDE

Têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku sala 2014’an bi pêşengiya YPG’ê destpêkir û paşê di bin sîwana QSD’ê de dewam kir, ji aliyê xwe yê çekdarî ve ber bi encamê diçe,

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî ragihand ku têkoşîna wan a tinekirina hebûna DAIŞ li Sûrî wê di nava mehekê de bi encam bibe.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî rewşa dawî a şerê wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji Ajansa Frans-Press re axivî..

Mazlum Ebdî Qonaxa dawî a Pêngava Bagera Cizîrê bi bîr xist û wiha got:

Hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê li Sûrî wê di nava mehekê de biqede. Ez di wê baweriyê de me ku emê vê yekê bi raya giştî re parve bikin.

Pêvajoya meha em behsa wê dikin, wê gihandina hêzên me a sînorê Iraqê û paqijkirina tevahiya herêmê ji bermahiyên DAIŞ’ê be.

Bê goman wê operasyonên me li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî jî dewam bike.

Fermandarê QSD’ê diyar kir ku piştî rizgarkirina Reqa ji hebûna DAIŞ’ê şerê wan derbasî qonaxeke nû bû û wiha dewam kir:

Cotmeha sala 2017’an mezintirîn navendên DAIŞ’ê li Sûrî Reqa hat rizgarkirin.

Piştî vê serkeftinê, êdî me li şûna herêma leşkerî pergala herêma ewlekariyê pêk anî.

Armanc ji vê ew bû ku em bi temamî dawî li bermahiyên DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî bînin.

Girînge ku hebûna DAIŞ’ê ya fîzkî jî were tinekirin. Berovajî vê, DAIŞ’ê dikare careke din xwe birêxistin bike. Lewma em ê bi rêya hêzên xwe ên îstîxbaratê û yekîneyên taybet li pêşiya tevgereke wiha bibin asteng.

Bi gotineke din, em ê ji pêngavên leşkerî yên mezin derbasî tevgera ewlekariyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button