Li Xezzayê teqînek pêk hat, 4 Filistînî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Li taxa Şuca’iya ya li Xezzayê, di encama teqînekê de, 4 Filistînî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Koma bi navê Seraya El-Qudis ku destê çekdar ê Tevgera Cîhadê ye, mirina 4 endamên xwe di vê teqînê de ragihand.

Ragihandina Îsraîlê jî teqez kir ku, ti tiliya artêşa Îsraîlê di teqînê de tune ye.

Li aliyekî din, dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê ragihand, ku duh li nêzî sînorê Xezzayê, 37 şewat ji ber nepoxên êgir ku ji aliyê Xezzayê ve tên, derketin.

Artêşa Israîlê, berbanga Duşemê, bi rêya firokeyên xwe yên cengî, 3 êrîş li dijî Xezzayê pêk anîbûn.

Back to top button