Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê: Divê dewleta Tirk di dadgehên navdewletî de were darizandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Goristana Şehîdan a Serê Kaniyê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de got:

Tevî qaşo peymana agirbestê navbera dewleta Tirk û Rûsyayê li herêmên dagirkirî hatiye imzekirin jî, lê dîsa Tirkiye siyaseta çewisandina dîrok û nasnameya gelên herêmê yên resen didomîne.

Dewleta Tirk Goristana Şehîdan a Serê Kaniyê ruxand, ev jî li gorî qanûnên navdewletî sûcekî şer e..

Mecilsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê di daxuyaniyê de ev kirin şermezar kir û bang li li civaka navdewletî kir ku kesên ev sûc pêk anîne di dadgehên navdewletî de werin cezakirin..

Back to top button