Tevî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, liv û tevgera wan li gelek bajarên Iraqê berçav e. Li Kerkûkê 8 leşkerên Iraqî di êrîşeke çeteyan de hatin kuştin û birîndarkirin. Li Xaneqînê jî 3 ciwan ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Ji bo vê jî, NY hişyarî da û ragihand ku hîna bêtirî 10 hezar çete, li Iraq û Sûriyê çalak in.
Şeneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqî da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Daqûq a bajarê Kerkûkê êrîşî tabûreke foca 3’yan a Lîwaya 20’an a artêşa Iraqî kir.
Di encama êrîşê de, 4 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Çeteyan her wiha girte ser gundê Sefsafe yê bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê, 3 ciwan jê revandin, sivîlek jî birîndar kir û erebeyek desteser kir.
Berpirsê komîteya Qeretepe yê YNK’ê Mihemed Umer der barê êrîşê de got:
“Çete, hin caran di rêya telefonê ji şêniyan daxwaziya pereyan dikin, lê ji ber neqebûlkirina wan, êrîşan pêk tînin û sivîlan direvînin.”
Çeteyan duh bi şev jî, gundê Benî Weysî û Zergoşyan ên bajarokê Seediye dan ber hawn û katyûşan.
Li gorî agahiyan, ti ziyanên canî çênebûn.
5 çete li bajarê Nînewayê hatin girtin
Li aliyekî din, Istixbarata bajarê Nînewayê da zanîn ku duh 5 çeteyên DAIŞ’ê bi tawana terorê hatin girtin.
NY: Zêdeyî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê hêj çalak in
Der barê vê tevgera DAIŞê jî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY Fladimir Furunakuf hişyar kir û da zanîn ku zêdeyî 10 hezar çete li Iraq û Sûriyê hêj çekdar û çalak in û êrîşan li dijî leşker û sivîlan pêk tînin.