Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê yekemên goristana şehîdan ava dike

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê ji bo bîranîna şehîdên YPG û YPJ’ê yekemîn goristan li gundê Pino yê bajarê Helebê ava dike. 

Li gorî rayedarên projeyê, goristan wê li ser rûbera 5 hezar metreçargoşe li nêzî gulîstana “4’ê Nîsanê” were avakirin û heya niha ji sedî 80 hazir e.

Goristan, bi sernavê” Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye” hat binavkirin.

Jixwe beriya ku dewleta Tirk a dagiker kantona Efrînê dagir bike, şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd li Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera û Goristana Şehîd Seydo li navçeya Cindirêsê dihatin veşartin.

Back to top button