Partiya Komarî, Trump weke namzetê xwe destnîşan dike

Partiya Komarî ya Amerîkî, serokê Amerîkayê Donald Trump, weke namzetê xwe yê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, destnîşan kir.

Civîna partiya Komarî li bajarê Charlotte ê eyaleta North Carolina hat lidarxistin û tê de 330 endamên partiyê, Trump weke namzetê hilbijartinên Amerîka ku 3’ê Mijdarê tên lidarxistin, diyar kir.

Tiştê balkêş di vê civînê de, nebeşdarbûna çend serkirdeyên partiyê ye, ku gelek ji wan destekê didin namzetê Demoqratan Joe Baydin.

Piştî destnîşankirina wî, Trump ragihand ku tekane rêya biserketina Demoqratan di van hilbijartinan de, sextekarî ye.

Back to top button