Kongra Star maske û madeyeên dezenfektekirinê li şêniyan belav kir

Bi heman armancê, Kongreya Star a bajarê Qamişlo ji bo parastina kes ji vîrûsa coronayê, hezar û 800 mask û 40 qutî ji madeyên paqijiyê, li şênî û saziyan belav kirin.

Piştî rêze-tedbîrên xweparastinê Kongreya Star insiyatîfek bi armanca belavkirina mask, lepik û madeyên paqijiyê, li navendên Kongreya Star û saziyên ku karên wan berdewam e, belav kirin.

Kongreya Star îro, nêzî hezar û 800 mask û 40 qutî madeyên muaqîmat belav kirin.

Endama Rêveber a Kongreya Star Hediya Ebdo wiha got:

Pêwîstî bi li xwekirina maske û lepikên bi tenduristî heye, her wiha divê rûberek di navbera mirovan de hebe.

Hediya Ebdo dawiyê hêvî ji şêniyan kir ku tedbîrên xwe-parastinê bigirin, da ku parastina xwe û malbata xwe li hember vê vîrûsê bikin.

Back to top button