PYD’ê û ciwanên serbixwe 60 stêrên avê li taxên Hesekê belav kirin

Ji ber pirsgirêka avê ya li Hesekê û di vê mijarê de zehmetiyên ku welatî dibînin
PYD’ê û insiyatîfek ciwanên serbixwe yên ji navçeya Dirbêsiyê, 60 stêrên avê li 9 taxên li bajarê Hesekê belav kirin.

Av bi rêya komînan li taxên Neşwa, Salhiya Başûr û Bakur, Kebabê, Til Hecer, Nasira, Kelasê, Zîraa, Meîşê û Muftî, li her malbatekê 5 bermîl hat belav kirin.

Endamê însîyatîfa ciwanên serbixwe Berzan Sîno diyar kir ku însiyatîf heta bidawîbûna aloziya avê wê xebatên xwe berdewam bike.

Back to top button