Çeteyan li Efrînê û Cindirêsê 2 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Trik a dagirker li Efrîn û navçeya Cindirêsê 2 sivîl revandin.
Dagirkeran li navçeya Şiyê jî bi ser malekî de girt û xwediyê malê bi giranî êşkence kirin.

Malpera Afrinpost ragihand ku Çeteyan li gundê Axcelê yê Cindirêsê, ciwanê bi navê Xelîl Ibrahîm Necar(21) revand.

13’ê Tabaxê jî, li navenda Efrînê çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Qereh (55) yê ji gundê Xelnêrê yê Efrînê revand.

Navenda belgekirina bin pêkirinan li bakurê Sûriyê jî rgihand ku wan navên 63 kesên ku çeteyan ji dest pêka meha Tabaxê li Efrînê revandine, belge kiriye.

Çeteyan li gundê Senarê êşkenceya giran li sivîlekî kir

Li aliyê din, duh êvarê çeteyan bi ser mala şêniyê bi navê Ebdulah Mistefa Axa yê li gundê Senarê yê Şiyê de girt.

Li gorî agahiyan, çeteyan bi giranî Ebdulah êşkenc kir û pereyên wî jî dizîn.

Back to top button