Li Idlibê qaşo agirbest hatiye ragihandin, lê belê çeperên şer timî germ in.
Li Cebel Zawiyê pevçûnên tund di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de rû da û 20 leşker û çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Dewriya Rûs û Tirk jî careke din li ser reya Heleb -Laziqiyê rastî êrîşê hat û 2 leşkerên Rûs birîndar bûn.
qaşo Idlib herêmeke kêm-şer hatiye ragihandin.
Lê belê şer û pevçûnên ku rojane rûdidin, wê gotinê berovajî dike.
Li Idlibê her ku diçe şer di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de li ser kontrolkirina parêzgeha Idlibê gur dibe.
Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan ragoihand ku îro li berbanga sibê pevçûn li aliyê gundê Bînîn ê Cebel Zawiyê rû da.
Di encamê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Her wiha 2 çete jî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Di êrîşa li ser dewriya Rûs-Tirk de 2 leşkerên Rûs birîndar bûn
Ji bo pêkanîna peymana Moskow careke din vê sibehê dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk ketin rê.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku hêzên Rûs-Tirk li ser rêya M4 dewriyeyeke din gerandin.
Dewriya ji gundê Tirnibê yê rojhilatê Idlibê dest pê kir û ber bi gundê Eyn Hûr ê gundewarê Idlibê yê bakur çû.
Lê belê dewriye dîsa li ser rêya Heleb-Laziqiyê li nêzî bajarokê Orim El-Cewz li rojavayê Idlibê bi topên “RBG” hat armanckirin.
Wezareta parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li ser rê, êrîş li dijî maşîneyeke Rûsî pêk hat 2 leşkerên birîndar bûn.
17’ê Tebaxê jî dewriyeyeke Rûs-Tirk li ser rêya M4 hat gerandin, dîsa jî rastî êrîşan hat.
Di nava 8 rojan de tevî qaşo leşkerên Tirk berî her dewriyeyeke hevbeş li ser rêya M4 belav dibin, hêzên Rûsî tên armancgirtin.