Wezîrê Alman ji bo aramiyê li Derya Spî berê xwe da Atînayê

Li Derya Spî av germ dibe û piştî demek dirêj yekem care rewşa ewqasî aloz bûye.

Almanya ji ji bo ku azloziya navbera Yûnanîstan û Tirkiyê kêm bike dest bi hevdîtinan kir.

Wezîrê Karê Derve yê Almanya Heiko Maas ku serdana Atîna kir, piştevaniya xwe ya bi Yûnanîstanê re anî ziman û got:

Çirûskek biçûk jî wê rê li ber felaketê veke.

Li Derya Spî ku dewleta tirk hemu qanunên navnetewî binpê kiriye, bûye sedema aloziyê.

Ev demeke derya Spî ji ber dewleta tirk bûye yek ji cihê herî metirsîdar.

Di her kêliyê de dibe li herêmê şerek navbera welatan de derbikeve.

Hikumeta Almanya ji bo rêgirtina li pêşiya vê rewşê û çareserkirina krîz nava Yunanîstan û Tirkiyê dest bi hevdîtinan kir.

Maas: Çirûskek wê rê li ber felaketekê veke

Wezîrê Karê Derve yê Almanya Heiko Maas di vê çarçoveyê de, serdana Yunanîstanê kir.

Heiko Maas ku bi hempîşeyê xwe yê Yunan Nîkos Dendîas re pêk anî de têkildarî aloziya li Derya Spî nirxandin kir.

Maas li wir bi awayekî zelal piştevaniya xwe ya ji bo Atîna anî ziman û wiha got:

Li Derya Spî rewşa heyî li gorî heyî weke leyîztina bi agire.

Çirûskek biçûk jî dikare felaketekê bi xwere bêne.

Dendîas: Tirkiye qanûnan binpê dike

Wezîrê Karê Derve yê Yunanîstan Nîkos Dendîas jî diyar kir ku dewleta tirk mafê cirantiyê û atmosfera şer a heyî tevî hemu bangawaziyan binpê dike û provakasyonên xwe didomîne.

Dendîas anî ziman ku ev mijar ne tenê Yunanîstan lê belê tevahî welatên YE eleqeder dike.

Wezîrê Karê derve yê Alman piştî serdana Atîna wê li Enqerê jî hevdîtinan pêk bîne.

Yûnanîstan û Îmarat li Derya Spî manewra dikin

Hemwextî van hevdîtinan, Yunanîstan û Îmarat li deryayê manewreya leşkerî dikin, dewleta tirk jî xebatên xwe yên lêgerîna gaza xwezayî berfireh dike.

Li Derya Spî aloziya heyî dewame.

Back to top button