Lîreyê Tirkiyê li pêşberî Dolar bênirxiya xwe ya dîrokî dît

Ji ber polîtîkayên faşîzma AKP’ yên li nava welat û derveyî welat, lîreyê tirkiyê serdema xwe ya herî bênirxiyê dijî. Lireyê Tirk asta her demê ya daketina xwe derbas kir û gihişt 7.40

Roja ku lîreyê Tirk li pêşberî dolar bi 7,37 despêkir di nava rojê de asta herî bilind ya daketina xwe li pêş dolarê Amarîka dît.

Beriya niha 18’ê Tebaxê jî lîreyê tirk daketibû.

Yekem car li pêşberî dolarekî Amerîkî nirxê lîreyê Tirkî 7,40 derbas kir.

Li aliyekî din Banka Giştî polîtîkaya xwe ya pereyan a tengavkirinê didomîne.

Ev daketina lîreyê tirk li nava civakê bi xwere hejariyê zêde dike û di peydakirina pêwistiyên jiyanî de jî astengî derdikevin.

Back to top button