Xwepêşanderan 24 saet dem dan hikûmeta Ixwanî ku îstifa bike

Li Lîbyayê tevî agirbestê jî alozî berdewam dike.

Li dijî hikûmeta Wîfaqê ji ber kambaxbûna rewşa jiyanî, qutbûna kehrebe û avê û hebûna çeteyên Sûrî ya li Lîbyayê xwepêşandan zêde dibin.

Xwepêşanderan 24 saet dem dan hikûmeta Wîfaqa ya Ixwanî îstifa bike.

Rewş li Lîbyayê ne li gorî dilê Erdogan û hikûmeta Seraj a Ixwanî ye.

Tevî ku Lîbya bi xêr û bêrên xwe dewlemend lê belê rewşa jiyanî gelekî bi paşde çûye.

Lê zêde qutbûna kehrebe û avê jî zehmetiyên welatiyên ku li bajarên di bin kontrola hikûmeta Wîfaqê de dijîn zêde kirine.

Bi ser wê de jî binpêkirinên çeteyên Sûrî yên li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer dikin, welatiyan gelekî tengav dikin.

Ev çend roj in, li herêmên rojavayê Lîbya xwepêşandan li dijî hikûmeta Seraj li dar in.

Xwepêşanderan li Terablusê meşek li dar xist û ber bi navenda hikûmetê ve çûn.

Xwepêşanderan di meşê de xwestin ku hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên Sûrî ji Lîbyayê derkevin.

Her wiha ji bo ragihandina istifaya hikûmetê jî, 24 saet dan û bang li hikûmetê kir ku rêzê ji xwestekên gel re bigire.

Li bajarê Misratayê jî, xwepêşanderan hikûmeta Wîfaqê şermezar kir û daxwaza lêpirsîna fesadan kir.

Li bajarê Zawiyê xwepêşanderan êrîşî navendên hikûmeta Wîfaqê kirin û li dijî rêxistina Ixwan Mslimîn durişme berz kirin.

Milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî xwepêşanderan bombeyên gazê û gule bi kar anîn.

Back to top button