Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku wan heta niha testa PCR ji hezar û 149 kesî re çêkirine.
Dr. Ciwan derbarê rewaş vîrûsa corona ev agahî bi me re par ve kirin:
Heta niha testa PCR a coronayê ji hezar û 149 kes re hatiye çêkirin.
Li gorî testan 394 bi coronayê ketine û ji wan jî heta niha;
26 kesan jiyana xwe ji dest daye û 74 kesî jî rehet bûne
Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku bandora vîrûsê li hinekan kêm bû û karîn li ber xwe bidin û piştî demekê rehet bibin.