Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 72 rewşên nû yên hatin tomarkirin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 72 rewşên nû yên Coronayê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 72 kesên din nexweş ketine û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Wezareta eşkere kir ku 14 kesên din jî baş bûne..

Li gorî Wezareta Tenduristiyê, heya jimara pêketiyan li seranserî herêmên Hikûmetê gihaşt 2 hezar û 365 kesî, ji wan 533 baş bûne û 95 jî mirine.

Back to top button