Hemdan El-Ebid: Bi baldarbûan pêkhateyên herêmê hewldanên derxstina fitneyê têk çûn

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li dijî projeya Rêveberiya Xwser û destkeftiyên gelê herêmê ketibû nava tevgerê û hewl da fitneyê derxînin..
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid teqez kir ku bi hişiyarbûna pêkhateyên herêmê hewldanên derxistina fitneyê têk çûn. 

“Bi hişiyarbûna pêkhateyên herêmê, hewldanên derxistina fitneyê têk diçin.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid bi van gotinan hevgirtina pêkhateyan li dijî planan anî ziman..

Hemdan El-Ebid îşaret bi nerazîbûna hin aliyan bi serkeftinên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir û got:

“Tevî dorpçê, herêmên Rêveberiya Xweser herêmên Sûriyê yên herî ewle ne û xebatan ji şêniyan re pêşkêş dike.

Ji ber vê yekê, hin alî çi yên hundir an jî derve, hewl da fitneyê di navbera pêkhate û eşîrên herêmê de derbixin.

Lê bi saya hevgirtin û zanabûna şênî û rûspiyên herêmê, planên li dijî ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê têk çûn.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber peyamek da kesayetên li derve yên îdia dikin ku êlên herêmê ne û dibêje:

“Eger hûn nûnertiya êlan dikin, divê hûn di nav wan de bin û daxwazên wan bi cih bînin.

Dema DAIŞ û komên çete herêm kontrol kir, hûn li ku derê bûn? ”

Hemdan El-Ebid: Rêveberiya Xweser hertim piştgiriya çareserî û diyaloga Sûrî-Sûrî dike

El-Ebid destnîşan kir jî ku hikumeta Şamê dixwaze bi hinek şêx û rûsiyên êlên herêmê re bicive, ewlehiya herêmê xirab bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Lewma Hemdan El-Ebid bang li tevahiya êlan kir ku li hember fitneya li ber xwe bidin û ev yek pirsî:

“Gelo çima heta niha tu daxuyanî ji bo şermezarkirina sûcên li herêmên têne kirin, nehatine dayîn?”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber teqez kir ku Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî dûrî şer hertim pejirandiye û piştgiriya çareserî û diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo xurtkirina yekîtiya Sûriyê, dike.

Back to top button