Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe 6 şênî ji gundê Kurzêlê yê Şêrewayê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser malên li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa de girt û 6 sivîl revandin.
Ev her 6 şênî jî;
Ehmed Îbiş
Ehmed Elo
Welîd Elî
Sibhî Elî
Siham Cehfer
Yesmîn Ebdo ne û piştî ku çeteyan fidiye standin, ew berdan.
Çeteyan Dr. Zekeriya ji navenda bajêr revand
Heman rêxistinê diyar kir jî ku bijîşkê bi navê Zekeriya Mihemed El-Zekûr ku ji pêkhateya Ereb e, ji navenda bajêr revand.
Rêxistinê eşkere kir ku çeteyan bi tewana ku Dr. Zekeriya girêdayî partiya Ba’is e revand, lê piştî ku fidiyê standin ew berdan.