Tecawizkarê ku bû sedema mirina Îpek er di 7 rojan de hate berdan

Faşîzma AKP’ê ya parêzvaniya tecawîzkaran dike, careke din jî erkê xwe pêk anî.
Çawişê Tirk Mûsa Orhan yê ku destdirêjî li keca ciwan a 18 salî Îpek Er kirî ji aliyê dozgariya dewleta tirk ve serbest hate berdan.
Mûsa Orhan hîna 7 roj derbas nebûyî serbest hate berdan.
Bivê yekê re, careke din piştrast bû ku deshilata AKP’ê çawa li welat tecawizkarî rewa kiriye.

Keça ciwan Îpek Er ya li navçeya Beşîrî ya Êlihê dijî piştî çawişê Tirk Mûsa Orhan destedirêjî lê kir, di 16’ê Tirmehê de hewil dabû xwe bikuje.

Îpek ya ku zêdeyî mehekê di bin çavdêriya bijîşkan de ma, 18’ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da.

Qirêjiya bûyer û kiryarên derexlaqî yên Mûsa Orhan piştî nameya Îpek li pey xwe hiştibû derket holê.

Îpek di nameya xwe de bi awayekî eşkere tîne ziman ku çawişê pispor tecawîz lê kiriye û sedemê hewildana xwekuştinê jî ji ber vê yekê ye.

Hate hînbûn ku beriya Îpek Er dawî li jiyana xwe bêne careke din, serî li serdozgeriya komarê ya Sêrtê dabû.

Îpek diyar kiribû ku çawîşê pispor Orhan Mûsa destdirêjiya fizîkî lê kiriye.

Lê dozgerên AKP’ê ku piştevaniya tecawizkar Mûsa Orhan kirî serbest berdan.

Tevî van hemû belgeyan jî tecawîzkar nehate girtin.

Li ser medya civakî di demeke kin de bertekên zêde derketin û hat xwestin tecawikar bê girtin.

Zexta civakê wisa kir ku dozgeriyên faşîzma AKP’ê şeklî be jî tecawîzkar bigrin.

Mûsa Orhanê ku li ser zexta gel hatî girtin, hîna hefteyek derbas nebûyî serbest hate berdan.

Hat zanîn ku Orhan li ser daxwaza îtîraza parêzerê xwe Mehmet Erkan Akkûş hatiye berdan.

Parêzerê malbata Îpek Er, Îlyas Tarim diyar kir ku Mûsa Orhan ne li ser biryara dadgehê hatiye berdan û got:

“Li şûna ku dadgeha bilind biryarê bide Dadgeha Sêrtê bi lez û bez ketiye tevgerê û biryara berdanê daye.”

Back to top button