Tirkiye careke din gef li Yûnanistanê xwar

Piştî Erdogan vekşîna xwe ji deryaya spî red kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşolu jî gef li Yûnanistanî xwar û got “eger tevgera Yûnanistanê li Deryaya Spî çêbibe, ew ê bersivê bidin”. Wezîrê Derve yê Alman Haiko Mass jî piştrast kir ku çareseriya şer navbera aliyan de wê dînbûnek be.

Ev demek e derya Spî ji ber dewleta Tirk bûye cihekî metirsîdar û egeriya şerekî hertim li dar e.

Almanya jî, ji bo ku aloziya navbera Yûnanîstan û Tirkiyê kêm bike serdana herdu welatan kir.

Piştî Erdogan vekişîna xwe ji deryaya Spî red kir û gefa dayîna bacan li Yûnanistanê xwar, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşolu jî rasetrast gef lê xwar..

Piştî hevdîtinê, Çavuşolu duh li gel hempîşeyê xwe yê Alman Haiko Maas daxuyaniyek da çapemeniyê û dîsa gef li Yûnanistanê xwar:

“Eger tevgera Yûnanistanê li Deryaya Spî çêbibe, em ê bersivê bidin.

Rageşiya li deryayê zêde bûye, em berpirsyartiya wê ranakin, Yûnanistanê tenê berpirs e.”

Çavuşolu destnîşan kir ku YE hîna jî piştgiriyek mezin dide Yûnanistanê, lewma ew kirinên xwe dewam dike û teqez kir, ew ê mafê xwe biparêzin.

Lihevkirina Yûnanistan a bi Misirê re jî, weke binpêkirina qanûna navneteweyî derbarê sînorên deryayî de bi nav kir.

Almanya: Çareseriya şer navbera aliyan dînbûnek e

Wezîrê Derve yê Almanî Haiko Maas jî dilgiraniya xwe ji ber rewşa li deryayê anî ziman û piştrast kir ku çareseriya şer navbera aliyan de wê dînbûnek be…

Maas îşaret pê kir ku kes rêya şer naxwaze û herdu dikarin diyalogan bikin..

Jixwe di serdana wê ya li Yûnanistanê de jî, wezîrê Alamn piştevaniya xwe bi Atînayê re anîbû ziman û hişyarş dabû ku çirûskek biçûk jî wê rê li ber felaketê veke.

Tê zanîn, Tirkiye û Yûnanistan ji ber daxwaza wan li ser hilbirînên enerjiyê, şerê gotinan di navbera wan de heye.

Niha rageşiyek mezin navbera herdu welatan de xwe daye der û ji ber kirinên Tirkiyê li deryayê jî, têkiliyên Enqera û YE bi taybet Fransa her û her xerabtir dibin.

Back to top button