Îman Zehran: Nebeşdarbûna Kurdan ji bo civînên destûra Sûrî, aloziyê kurtir dike

Profesora Têkiliyên Navneteweyî Îman Zehran derbarê danûstandinên Destûra Sûrî yên li Cinêvê de axivî û diyar kir ku nebeşarbûna Kurdan û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareserkirina aloziya Sûriyê dereng dixe û kûrtir dike.” Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku kesên tiliya wan di rijandina xwîna gel de heye, beşdarî civînan nekin.

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, het niha bi dehan civîn hatine lidarxistin.

Lê mixabin tev jî bê encam mane.

24’ê Tebaxê dîsa bêyî beşdarkirina nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, li bajarê Swîsere hevdîtinên Cinêvê hatin destpêkirin.

Têkildarî vê, Profesora Têkiliyên Navneteweyî Îman Zehran nirxandin kir.

Îman Zehran bal kişand ser derengmayîna çareseriya aloziya Sûriyê û sedema bingehîn jî li nebeşdarbûna alî Kurdî vegerand.

Îman dibêje:

Biserneketina hevdîtinên destûra Sûrî, ew e ku hêzên navneteweyî, Kurdên ku li Sûriyê nûnertiya beşekî mezin ê civakê dikin û bi giştî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî, dûrî van hevdîtinan kiriye.

Îmanê diyar kir ku divê aloziya Sûrî ji aliyê kesên li ser erda Sûriyê bixwe dijîn, were çareserkirin û got:

Destwerdana derve bixwe, rêya çaresersiyê hem asteng dike û hem jî nîne.

Profesor Îman destnîşan jî kir ku dibe bi van hevdîtinan re hêzên derve, yên navneteweyî û herêmî di hundirê Sûriyê de bêhtir li gorî berjewendiyên xwe tev bigerin. Ev jî wê gelek astengiyan derxîne.

Profesora Têkiliyên Navneteweyî Îman Zehran teqez kir Kurd hêzeke girîng a li ser vê axê ne. Eger nûnerên wan di van hevdîtinan de cih negirin, wê tu çareserî pêk neyê û bang li aliyên pêwendîdar kir kesên komkujî bi serê civakê de anîne, beşdarî hevdîtinan nekin.

Back to top button