Yûnanîstan, Îtalya, Fransa û Qibris li Derya Spî dest bi tetbîqatê kirin

Li derya Spî tevî aloziya heyî tevgera leşkerî jî zêde bûye.

Yûnanîstan, Fransa, Îtalya û Qibrisa Rom li derya Spî dest bi manewreya leşkerî kirin.

Tevî vê yekê jî dewleta tirk lêgerîna gaza xwezayî ya li herêmê zêde kiriye.

Hewildanên Almanya yên aramkirina li herêmê têkçûyî xuya dike û serokkomarê Tirkiye Erdogan careke din gef xwar û got,

Berdêl çi dibe bila bibe, ewê tevgera xwe ya li derya spî bidomînin.

Ava li derya Spî ji ber aloziya navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de ticarî ewqas germ ne bûye.

Dewleta tirk ku qanûnên navnetewî binpê dike, li gel Yûnanîstanê bertekên zêde daye çêkirin.

Di rojên dawiyê de, rojane li nava derya Spî manewrayên leşkerî têne kirin.

Rojek dewleta tirk rojekê Yûnanîstan.

Di demên dawiyê de piştî lêgerîna dewleta tirk ji gaza xwezayî ya nava deryayê û binpêkirina qanûnan Yûnanîstan bertek nîşan dide.

Bertekên ji herdu welatan bûye sedema ku atmosfera şerekê li herêmê derbikeve.

Tirkiye û Yûnanîstan hêzên xwe yên li deryayê zêde dikin û li pey hev gefan dixwin.

Ji 10’ê Tebaxê ve dewleta tirk tevgera xwe ya gera li gaza xwezayî zêde kiriye û keştiyên xwe yên şer jî xistiye nava tevgerê.

Bi heman şêwazê Yûnanîstan jî lez daya gera xwe ya li gaza derya Spî.

Di nava rewşa heyî de, îro Yûnanîstan, Fransa, Îtalya û Qibrisa Rom li derya spî dest bi manewreya leşkerî kirin.

Wezîrê Parastinê yê Yûnan ragihand ku ev manewra wê heta roja Înê bidome.

Almanya ket navberê lê bandor nekir

Herî dawî Almanya ji bo çareserkirina rewşa li herêmê kete nava hewildanan.

Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heiko Maas bi serdanên xwe yên li Atîna û Enqerê de metirsiya rewşa heyî anî ziman û xwest alî li ser rewşa heyî bi hestiyarî tev bigerin.

Lê tişta xuya dike hevdîtinên Maas jî encam negirtin.

Erdogan di dagirkirina Derya Spî de israr dike

Erdogan îro careke din gef xwar û got wê tevgera wan a li Derya Spî bidome.

Erdogan armanca xwe ya dagirkeriyê anî ziman û got:

Tirkiye wê li derya Spî, Ege û derya reş be.

Tirkiye wê heqê xwe bistîne.

Ger me gotibe emê bikin û berdêla wê jî wê bidîn.

Ji gotinên Erdogan diyar dibe ku aloziya li derya spî wê dirêj bike û dibe her gav her tişt biqewime.

Back to top button