Ozturk: Muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan ne

Hevserokê KCD’ê li Wanê di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de daxuyaniyek da û got:

“Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e.

Muxatabê vê jî birêz Ocalan e.”

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî bernameya çalakiya 1’ê Îlonê eşkere kir

Şandeya ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz pêk tên di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê de li Wanê piştî bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn derbasî Kuçeya Hunerê bûn û li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan daxuyanî dan.

Şandeyê beriya daxuyaniyê serdana Komeleya Malbatên Girtiyan kir û derheqê xebatên komeleyê de agahî wergirtin.

Polîsan bi hêceta biryara qedexeyê ya walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê.

Li ser vê yekê şande çû ber avahiya HDP’ê û daxuyanî da.

Polîsan xwest li vir jî destûr nede lê piştî rageşiyek kin daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û wiha got:

“Li îmraliyê tecrîdeke girankirî heye.

Armanca girankirina tecrîdê jî ew e ku naxwazin deng û fikrên Ocalan bigihîje gelên Tirkiyê û ev hêvî jî mezin bibe.

Ew deng dengê aştî, azadî û yekîtiyê ye.

Tam jî di vê noqteyê de tecrîd li ser wekhevî, aştiya bi rûmet û azadiyê tê birêvebirin.”

Berdan Ozturk destnîşan kir ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û ev tişt anî ziman.

“Navnîşana çareserkirina vê pirsgirêkê diyar e.

Muxatabê vê pirsgirêkê birêz Ocalan e.

Heke em paradîgmaya birêz Ocalan a pêşniyazî gelan dike bikaribin bikin meriyetê em ê bikaribin tecrîdê rakin.

Azadkirina birêz Ocalan di destê me de ye.

Piştî daxuyaniyê şande derbasî civîna gel a li avahiya HDP’ê bû.

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê bernameya 1’ê Îlonê eşkere kir

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi raya giştî re parve kir.

Rêxistina HDP’ê wê di navbera 28 – 31’ê tebaxê de li navenda bajar û navçeyan bi gel re bê cem hev.

HDP wê bi dirûşmeya “Em bi hevre li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê biqîrin” bi gel re bê cem hev.

Rêxistina HDP’ê diyar kir ku wê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê zincîra mirovahiyê çêbikin.

Back to top button