Li herêma Firosiyê ya rojavayê Reqayê Tîma Destwerdana Lezgîn a Meclisa Sivîl a Reqayê goreke komî ya qurbaniyên DAIŞ’ê dît.
Berdevkê tîmê Yasir Xemîs diyar kir ku piraniya cenazeyên di vê gorê de hatine dîtin, cenazeyên jinan in ku bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatine qetilkirin.
Berdevkê tîmê da zanîn ku di vê mehê de gora Hetaş a li bakurê bajarê Reqayê hat dîtin û 17 cenaze jê derxistin.
Ji destpêka sala 2018’an û heta niha Tîma Destwerdana Lezgîn 27 gorên komî li tevahî herêmên Reqayê dîtine.
Her weha zêdetirî 6 hezar cenaze derxistine, ji wan nasnameyên 700 kesan hatine naskirin.