Rêveberiya Xweser a Efrînê: Divê rêxistinên mirovî li ber sûcên Tirkiyê rabin

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li dijî kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên mirovî kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk û çeteyên wî rabin û helwestê nîşan bidin.

Daxuyanî li Kampa Berxwedanê bi beşdariya endam û nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat dayin.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Bêrîvan Xelîl daxuyanî xwend û anî ziman “Di demekê de hemû cîhan bi xeteriya vîrûsa Coronayê re mijûl dibe, dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe li ser tevahî Rojhilata Navîn ferz bike.

Bêrîvan eşkere kir ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên qirêj bi taybetî li dijî Gelê Kurd dide meşandin û mînaka vê yekê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî diyar dibe.

Di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku rê li ber kirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê were girtin.

Back to top button