Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hezar maske hat belavkirin

Ji bo pêşîligirtina belavbûna vîrûsa Corona, Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya polîsên Trafîkê lixwekirina maskan li cihên giştî ferz kir.

Piştî pêketina 6 kesan li taxa Şêx Meqsûdê yê Helebê , Mecilsa giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê giştînameyek ji bo lixwekirina maskeyan ragihand.

Meclisa Tenduristî ji bo pêkanîna giştînameyê, di roja yekemîn de zêdetirî hezar maske belav kirin.

Ji bo pêşî li keysbaziyê jî were girtin, meclisê ji dermanxaneyan re buhayê maskeyan weke 100 Lîreyê Sûrî diyar kir.

18’ê Tabaxê, Meclisa Tenduristî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihandibû ku 6 kes li taxa Şêx Meqsûdê bi vîrûsa Corona ketine.

Back to top button