YBŞ: Êrîşên dagirker ti enacam negirtin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh di saetên êvarê de balafirên artêşa dagirker dîsan çiyayên Şengalê bombebaran kirin.

Fermandariyê diyar kir ku, artêşa dagirker di êrîşa xwe ya duh de dîsan sivîl û hêzên wan kir armanc, lê belê tenê şewat derket û êrîşên wan bê encam man.

Fermandariyê diyar kir ku wê ev êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û hevkarên wê nekaribe berxwedana gelê Şengalê û YBŞ’ê bişkîne.

Divê civaka Êzîdî li dijî êrîşên qirkirinê yek deng û yek helwest be

Koordînasyona Rêxistinên Êzidiyan a li Ewropayê jî bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê şermezar kir û banga yek deng û yek helwestê li civaka Êzîdî kir..

Koordînasyonê diyar kir ku YBŞ’ê bi ser artêşa Iraqê ve ye û divê hikumeta Iraqê berpirsyariya xwe pêk bîne.

Iraq: Di êrîşa li ser Şengalê de 2 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan

Her wiha Şaneya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê jî bi daxuyaniyeke diyar kir ku balafirên bê pîlot ên dewleta Tirk seyareke li gundê Behrava yê ser bi Xanesorê kirine armanc.

Di encama êrîşê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button