
Li navçeya Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê, komek çekdarên nenas 4 kes revandin.
Li gundê Mela Hemîd yê navçeya Xaneqînê, duh şevê din çend çekdarên nenas 2 erebe şewitandin û 4 kes jî revandin.
Yek ji şahidên bûyerê agahî dan Rojnews’ê û got:
“Me destpêkê dît agir bi 2 erebeyan ketiye.
Şêniyên gund dema xwestin herin agir vemirînin, hinek çekdar ku dibe DAIŞ bin, gule li welatiyan reşandin daku kes nêzî cihê bûyerê nebe.
Piştre çekdaran 2 şêniyên gund û 2 ajokar revandin.”
Li gorî şahidan, hêzên ewlehiyê jî bi hawara gund ve neçûne.