Fransa Tirkiyê hişyar kir ku Deryaya Spî ne cihê çavnebariyê ye

Fransa dewleta Tirk hişyar kir ku ne pêkan e ava Deryaya Spî bibe lîstikgeha çavnebariyên niştimanî. Amerîka jî bang li Tikiye û Yûnanistanê dike ku tengijînên xwe sar bikin û rê li ber şerekî muhtemel bigirin. 

Wezîra artêşa Fransayê Florence Parly li ser hesabê xwe yê Twitterê got:

“Divê rojhilatê Deryaya Spî nebe, lîstikgeha çavnebariya hinek aliyan, di demekê de ku Paris, Roma, Atîna û Nîkosiya wê munaweriyên leşkerî ji Çarşemê heta Înê li vê herêmê bidin destpêkirin.”

Florence Parly diyar kir ku “Rojhilatê Deryaya Spî vediguhere qadeke bi-nakok û divê rêzgirtina qanûna navdewletî bibe bingeh.

Ji bo ev herêm aram bibe jî, diyalog, hevkarî û diplomasî pêwîst in.”

Florence eşkere kir ku Fransa wê bi rêya 3 balafirên ji cureyên Rafal, keştiya şer û hîlokopeterê, tev li munawereyên hevbeş bibe.

Jixwe duh Yûnanîstan, Fransa, Îtalya û Qibris dest bi manewreya leşkerî kirin.

Tirkiye jî careke din gef li wan xwar û got ew ê ji deryayê venekişe.

Ji bo sarkirina rewşê, Trump bang li Tirkiye û Yûnanistanê kir

Ji bo sarkirina van tengijînan, Amerîka bang li Tirkiye û Yûnanistanê kir ku nehêlin rê li ber şerekî vebe.

Koşka Spî ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi serokwezîrê Yûnanistanî re axivî û dilgiraniya xwe der barê van tengijînên dawî de anî ziman.

Herwekî li gorî daxuyaniya serokkomariya Tirkiyê, Trump bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Erdogan jî re axiviye.

Berî niha Almanya jî heman hişyarî da herdu aliyan ku ev mesele, leşkerî çareser nabe û rêya baş diyalog e.

Back to top button