Ji sibe de qedexeya derketina derve ji ser herêma Cizîrê tê rakirin

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ragihand ku ji sibe de qedexeya derketina derve ji ser herêma Cizîrê tê rakirin.

Şaneyê diyar kir ku qedexeya derketina derve ji 28 mehê ve bi temamî tê rakirin, lê hemû kombûyîn weke konên eza, dawet û cihên nimêjê wê qedexekirî bimînin.

Şaneya Aloziyê eşkere kir jî ku ji 29 mehê de saziyên Rêveberiya Xweser careke din dest bi kar dikin.

Şaneyê her wiha da zanîn ku divê şênî li gorî biryara Rêveberiya Xweser a li xwekirina devpoşkan û girtina tedbîrên pêwîst tev bigerin.

Back to top button