Li Efrînê termê 12 kesan binaxkirî li gundê Emara hatin dîtin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên xwe yên hovane didomînin.
Li gundê Amara yê Efrînê gorek komî ya 12 kesî ku jê 2 jin in hat dîtin.
Çeteyan, li Efrîn û Mabata sê sivîlên din revandin.Di girtîgehê de jî 6 mehan êşkence li jinekê kirin.

Rojane li Efrîna dagirkirî, hovîtî û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didome.

Di encama nakokiyên di navbera çeteyan de, çete li kirinên xwe yên dermirovî mikur tên û rastiya xwe eşkere dikin.

Vê carê jî çete li kuştina 12 kesan mukir hatin.

Malpera Çalakvanên Efrînê ev yek piştrast kir û eşkere kir ku cenazeyên 12 kesên jê 2 jin in, li gundê Emara yê Mabatayê binaxkirî hatin dîtin.

Malperê da zanîn ku çeteyan li dijî jinan kirinên derexlaqî pêk anîbûn, ji bo rastiya wan jî eşkere nebe, çeteyan ew jin kuştin.

Li gorî çalakvanan jî, çeteyan bi dehan kes kuştine û avêtine bendava Meydankê ya li navçeya Şerayê.

Çeteyan di girtîgehê de jinek 6 mehan êşkence kir

Her wiha revandina şêniyên resen û êşkencekirina wan jî didome

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ragihand ku piştî 6 mehan ji revandina jina bi navê Ezîme Menan Reşo ya ji gundê Şêxotika yê Mabeta, çeteyan ew berdan.

Rêxistinê da zanîn ku Ezîme di girtîgeha çeteyan de rastî hemû cureyên êşkenceyan hatibû.

Çeteyan şêniyek ji gundê Kokebê revand

Heman rêxistinê jî diyar kir ku çeteyan du şêniyên bi navê Mihemed Bekir Sadiq û Welat Sadiq Osman yên ji gundê Memila yê Mabeta revandin.

Li gundê Kokebê yê Cindirêsê jî, çeteyan şêniyê bi navê Ehmed El-Hedîdî yê 36 salî ku ji eşîra Imêratê ye, revand.

Çeteyên dewleta Tirk girê durîmiyê û ziyareta henan dikolin

Li aliyê din, talan û wêrankirina dîrok û xwezaya Efrînê jî didome.

Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Efrînê, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê girê Durîmiyê yê kevnar ku li bakurê rojavayê bajêr e, dikolin.

Malpera Çalakvanên Efrînê jî dan zanîn ku çeteyan beriya du hefteyan hindurê goristana ziyareta Henan ya li Efrînê Kolandin.

Çalakvanan diyar kir ku bi armanca dizîna şûnwaran derdora ziyaretê jî kolandin.

Çeteyan darên daristana Bîrmîr birîne

malbata çeteyan jî darên daristana BîrMîrê ya nêzî gundê Kaxrê yê Mabeta bi temamî birîne.

Back to top button