Hikumeta Şamê başûrê Idlibê topbaran kir

Di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de, êrîşên dijwar li başûrê Idlibê rû dan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh danê şevê û heya nêzî berbanga îro, êrîşên dijwar navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk, li eniya Riwêha ya Başûrê Idlibê rû dan.

Çavdêriyê her wiha diyar kir hêzên hikumetê bi mûşekan deverên Fitêra, Bara, Sifûhin, Bara, Filêfil û Kinsefra jî topbaran kirin..

Li eniya El-Menara ya Sehil El-Xab a Hemayê jî di encama teqîna mayînekê de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn..

Dewleta Tirk 20 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li gel van êrîşên domdar jî, dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo Idlibê didomîne..

Çavdêriyê da zanîn ku şevê din, artêşa Tirk 20 maşîneyên din ên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Bi zêdebûna derbaskirina maşîneyên leşkerî re, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heta niha 9 hezar û 480 maşîne derbasî herêmê bûne..

Back to top button