Li Terablusê 6 xwepêşander bi guleyên çeteyên Tirkiyê hatin birîndarkirin

Li meydana Şuheda’i a paytexta Lîbyayê Terablus, 6 xwepêşander bi guleyên çeteyên dewleta Tirk hatin birîndarkirin. 

Li gorî çavkaniyan, çeteyan her wiha nêzî 6 xwepêşanderan ji heman cihî revandin û veguhastin girtîgehên xwe.

Dîtevanan jî da zanîn ku hêzên girêdayî Wîfaqê xwe ji meydana Şuheda’i vekişand, piştî ku çeteyan gule li xwepêşanderan reşandin.

Rêxistina Efûya Navneteweyî, ji aliyê xwe ve got:

“Hin çekdaran, cilên leşkerî li xwe kiribûn û gule li xwepêşanderan barandin.

Nîşane hene ku komên Newasî yên Wîfaqê li dû vê êrîşê bin.”

Cîgira Nûnerê Herêmî ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Diyana El-Tehawî hikûmeta Serac şermezar kir û banga serbestberdana xwepêşanderên revandî û pêkanîna lêpirsîneke serbixwe kir.

Back to top button