Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa Tirk ya dagirker dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parvekir:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 26’ê Tebaxê gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola Girê çalakiyek pêk anîn.
Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hate xistin.
Li ser kuştî û birîndarên dewleta tirk agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
HPG’ê ragihand ku gerîla Mihemmed Sagniç binasnav Demhat Samed 17’ê Tebaxê di êrîşa dewleta tirk a li qada Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bû.
18’ê Tebaxê jî di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker ya li qada Cilo yê Biçûk a herêma Zapê de gerîla Sînan şehîd bû.
Agahiyên berfireh yên li ser nasnemaya şehîd Sînan jî wê di dema pêş de bi raya giştî re were parvekirin.