Li dijî êrîşên li ser Şengalê li ser medya civakî haştag wê destpê bike

Artêşa tirk a dagirker bi hevkariya nokerên herêmî êrîşên xwe yên li Şengala xweser dewam dike.
Tevgera balefirên keşfê ya li ser Şingalê jî zêde bûye.
Ji bo parastina gelê Şengalê ji êrîşên dagirkeriyê li ser medya civakî pêngavek a bi haştagê tê despêkirin.

Pêngav, saet 21:00’an li gorî dema rojava wê bi haştaga ‘Bila qada hewayî ya Şengalê ji balafiran re bê qedexe kirin’ #NoFlyZone4Sinjar despê bike.

Bi vê yekê jî tê xwestin ku di qada navnetewî de ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk zext lê were kirin.

Ev pêngav piştî êrîşa doh ya balefrên dewleta tirk yên bê mirov ku li dijî Xanesora Şengalê pêk anî derket.

Back to top button