Bertekên li dijî AKP’ê ku tecawizkaran diparêze, zêde dibe

Bertekên li dijî deshilata faşîst ya AKP’ê a ku tecawizkaran diparêze zêde dibin.
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç pirsa kî Mûsa Orhan ê tecawizkar diparêze û çima daraz xwedî derketiye kir.
Oluç got: Me carek din dît ku gelê kurd bi êrişên sîstematîk re rûbirû ye.

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsa Tirk a li Enqerê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Olûç darbarê berdana Mûsa Orhan yê tecawizkar û sedema mirina Îpek Er de axivî û got:

Ger li ser medya civakî xelkê bertek nîşan neda wê nehata girtin.

Olûç gotina tecawizkar Mûsa Orhan ya dibêje, ‘ger dixwazi biçe gilî bike, tiştek bi min nabe.’ bibîrxist û ev tişt anî ziman:

Jixwe dema merov li vê gotina wî jî dinêre her tişt diyar dibe.

Kî wî diparêz e?

Yên êrişî kurdan dike û destdirêjiyê li wan dike diparêz e.

Ger hûn kurd bin ji bo we edalet nîne.”

Olûç: Kî tecawizkar diparêz e?

Olûç pirsa “Ew kî ne Mûsa Orhan diparêz in?” kir û got:

Em dixwazin bipirsin wê ev bêcezakirin û polîtîkaya parastinê heta kuderê biçe.

Hevkarên sûcê Mûsa Orhan kiriye hene, hebin kî ne?

Çend Mûsa Orhan yên din hene?

Olûç diyar kir ku bi vê bûyerê re careke din eşkere bû ku gelê kurd, bi êrişên sîstematîk re rûbirû ye.

Olûç: Zarokên baş ên desthilatê li ser kar in

Olûç berdana çawişê tecawizkar Mûsa Orhan şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Em ê dest ji vê dozê bernedin.

Em biryara berdanê şermezar dikin.

Berdana Orhan carek din helwest û rewşa darazê raxist ber çavan û derewên wan derketin holê.

Back to top button