ŞERÊ ÇETEYAN Ê XWE BI XWE LI EFRÎNÊ

Li Efrîna hatî dagirkirin di navbera çeteyên dewleta tirk de şer derket.

Çeteyên ku malbatên xwe li malên Efrîniyan bicih kirine niha bi xwe şerê hev dikin.

Malpera AFRINPOST ragihand ku şerekî giran di navbera çeteyên Ehrar el-Şerqîya û malbatên çeteyên yên li wir hatine bichkirin de rû da.

Di encamê de Ebû Kerem yê ji Qelemûna gundewarê Şamê ku li Efrînê hatibû bicihkirin hat kuştin û 2 xizmên wî û hejmarek çeteyên Ehrara el-Şerqîya birîndar bûn.

Li gorî agahiyan şer 2 saetan dirêj kir.

Her wiha ji ber şerê dewam di navbera çeteyên Ehrar el Şeqîya û Ceyş el-Îslam de, çeteyekî li wir bicihkirî hewl da xwe bişewitîne.

ÇETE DARÊN MEHMÛDIYÊ QUT DIKIN

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û her wiha çeteyên li wir bicihkirî, dest bi qutkirina darên “Herşê Mehmûdiyê” li Efrînê dikin.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close