Dêra Zorê…25 endamên Tugaya Qudisê ya Îranê hatin kuştin

Li bejahiya Dêra Zorê, di encama kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de, 25 endamên Tugeya Qudisê ya Pasdarên Îranê hatin kuştin.

Ajansa ANHA’yê ragihand ku şevê din di encama kemîneke çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê de, 25 endamên Tugeya Qudisê ya girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di nav kesên hatin kuştin de, fermandarê tugeyê Nîzar Xerfan jî hebû.

Ev demek e tevgera DAIŞ’ê li herêma Dêra Zorê zêde bûye û li dijî hewldanên wan ên tevlîheviyê, QSD’ê jî operasyonên xwe didomîne.

Back to top button