Libnanê..Li herêma Xelda şer derket, 2 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

Li herêma Xelda ya Beyrûtê, şer di navbera komek ji “Erebên Xelda” û çekdarên Hizbullahê de derket. Di encamê de, 2 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Yek ji van herdu kesên hatin kuştin, Sûrî bû.

Hat ragihandin ku şer ji ber bilindkirina alên partiyan û sembolên olî derketiye û topên B7 jî, tê de hatin bikaranîn.

Şêniyên herêmê diyar kir ku endamên Hizbullahê gule avêtin û êrîşî şêniyan kir.

Hezbullah û hevalbendê xwe Tevgera Emel, beşdarbûna xwe di vî şerî de derewand.

Eşîrên Ereb ên herêma Xeldayê jî bang li artêşa Libnanê kir, ku ji bo parastina şêniyan, destwerdanê bike.

Artêşa Libnanê ragihand ku wê hêzek şandiye herêmê, da rewşê kontrol bike û kesên tevliheviyê derdixin, bigirin.

Back to top button