Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora Mar’ê 4 çalakî pêk anîn.
Di encamê de 3 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin.
Hêzên Rizgariyê der barê çalakiyan de daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê;
25’ê Çile hêzên rizgariya Efrînê li navenda bajarê Efrînê, li dijî erebeyeke leşkerî ya artêşa tirk û çeteyên wê çalakiyek pêk anî.
Der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.
26’ê Çile hêzên rizgariyê li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî çeteyên Tirk çalakiyek bibandor pêk anî.
Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek birîndar bû.
Heman rojê hêzên rizgariy li gundê Tiwêsê yê Mari’ê li dijî erebeyeke çekên giran a çeteyên Cebhet El-Şamiye çalakiyek pêk anî.
Di encamê de erebe hat teqandin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
26’ê Çile hêzên rizgariyê li dijî baregeheke çeteyan li Mareyê çalakiyek pêk anî.
Di encama şerê navbera di navbera Hêzên rizgariya Efrîn û çeteyan de çeteyê binavê Diab Seîd hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.