Li Lîbya..ji yekşemê de xwepêşandanên li dijî Wîfaqê li dar in

Gelê Lîbî careke din li dijî gendelî û xemsariya hikumeta Wîfaqê herikî qadan..

Ev 5 roj in, tevî qedexeya derketinê, xwepêşanderên Lîbyayê xwepêşandanên mezin li dijî hikumeta Fayiz Serac li dar dixin.

Çavkaniyên Lîbî ragihand ku duh komeke kesên çekdar tevlî xwepêşandanan bû û gule berdan û gelek xwepêşander binçav kirin.

Li ser vê jî, çalakvanan bi daxuyaniyekê belavbûna van komên çekdar li taxên paytextê û operasyonên wan ên girtin û serdegirtina malan şermezar kirin.

Li gorî daxuyaniyê, heya niha hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî 600 kes binçav kirine.

Herwekî xwepêşanderan bêdengiya NY jî der barê van binpêkirinan de şermezar kir.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Efûya Navdewletî herî dawî banga serbestberdana hemû xwepêşanderan kiribû.

Back to top button