Parlemena Yûnanistanê lihevkirina bi Misirê re pejirand

Parlemena Yûnanistanê, peymana li gel Misirê ya nîgarkirina sînorên herêmên aborî li Rojhilatê Deryaya Spî, pejirand.

Di dengdana li parlemenê de, lihevkirina di navbera Yûnanistan û Misirê ya der barê parvekirina çavkaniyên heyî yên herêmên aborî li Deryaya Spî hat pejirandin.

300 endamên parlamenê ev lihevkirin bi 178 dengan erê kir.

Bi vî awayî, herdu welatan li ser karkirin û derxistina petrol û gaza xwezayî ya li Rojhilatê Derya Spî li hev kir.

Ev peyman di demekê de tê ku dewleta Tirk li dijî qanûna navneteweyî, li Deryaya Spî xebatên lêgerîna li gaza xwezayî û petrolê dike.

Back to top button