Artêşa Îsraîlê çend nuqteyên Hemasê kirin armanc

Hêzên artêşa Îsraîlê, bi rêya topxane û balafirên cengî, nuqteyeke Tevgera Hemasê li Xezzayê kir armanc.

Çavkaniyeke xwecihî eşkere kir ku firokeyên Îsraîlê îro berbangê, 3 mûşek avêtin nuqteyeke Hemasê ya li rojhilatê taxa El-Tuffah a li Xezzayê û di encamê de agir bi nuqteyê ket û ziyanên madî çêbûn.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku topxaneya Îsraîlê jî nuqteyeke meydanî ya li rojhilatê Refehê kir armanc, bê ku ti ziyan çêbibin.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê ragihand ku 6 mûşek ji aliyê Xezzayê ber bi bajarokên Îsraîlê ve hatin avêtin.

Di dema dawî de, ji ber mûşek û nepoxên êgir ku ji Xezzayê ber bi Îsraîlê ve tên avêtin, êrîşên Îsraîlê li ser nuqteyên Tevgera Hemasê zêde bûne.

Back to top button