Lehiya li Nîjerê heta niha 45 kesan jiyana xwe ji dest daye

Li Nîjerê van rojên dawî ji ber barana zêde, lehî rabûye û heta niha 45 kesan jiyana xwe ji dest daye. 

Li Nîjerê ji serê Hezîranê û vir ve şilî ye, li gelek herêman qadên ku bi kêmanî 225 hezar kes lê dijîn, di bin avê de man.

Li gorî bîlançoya dawî ya hikûmetê, ji ber lehiyê bi kêmanî 45 kes mirine.

Wezareta Alîkariya Mirovî û Têkoşîna li Dijî Bobeletan diyar kir ku li gelek taxên paytext Nîameyê, av hîna nekişiyaye û şilî ye û ji 24’ê Tebaxê û wir ve, ziyan gihaye 26 hezar malên welêt.

Heta niha li çend herêman jî, dibistan nema dikarin werin bikaranîn.

Her wiha 5 hezar û 300 hektar erdên çandî, bi sedan embarên zad û 700 bîr jî nema dikarin werin bikaranîn.

Back to top button